tisdag 23 december 2014

KANÎYA KURDA KOBANÊ


                                                        KANÎYA KURDA KOBANÊ

 

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê          (Gulcîhan = Kurdistan)

Cengek qewimî li Koban
Talanker ji hemû cîhan
Serkêşê wan Ereb Tûran
Çember kirin ji bo talan

Ew bû wek cenga cîhanî  (Fîrdewsî; Cenga Medan ya li dijî Asûr wek Cenga cîhanî binav dike).
Rizgarî bi xwe re tanî
Rojeke nû û cîhanî  
Evîna dinya Kobanî

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê           

Çi dibê Wagner ji bo we:  (Nivîskarê BILD, Franz Josef Wagner)
Dinya mat ma li cenga we
Dij serjêkerên bi alê reş
Bê ey egîdno hûn kî ne?

Nexwendî qey Nîçe, çira?  (Friedrich Nietzsche)
Also Sprach Zarathustra!
Ew Gotarên Zerdeştê Kal
Ango pêxemberê Kurda

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê         
 

Gelê Kûr û Sumerî ne (Belkî, ´perhaps` Sê mêr,sê keyayên pîroz; bûye Sumer)
Torinê Horî Medî ne
Xwdîyê dîroka kavnar
Xweş Kanî û Mîtanî ne

Çêkirin Hezar Efsane
Parve kirin li cîhane
Binêrin li muzexane
Ew bi delîlan tijî ne

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê         

Li Nexşên Rostem mêzekin   (Li rojhilatê Kudistan)
Tev Kîtabeyên Kilik in
Bi heybet Kabeya Zerdeşt    (Kabe´ya Zerdeştê kal, li Nexşê Rostem)
Jî hezarên sal disekin

Bacarê pîroz Baxistan         (Bêsitun, Rojhilatê Kurdistan)
Ango wargeha Xwedayan   (Baxistan; wek bacarê Xwedawendan jî tê binav kirin)
Qublegehe Faravahar           
(FARAVAHAR, yanî dîtina vîzuel a Ahûra Mazda, ya li Bacarê Pîroz ).
Li jêr aqîda sê ziman            (Kîtabeyên bi sê zimanan, yên berî 2500î, yên li Qeyayê Bêsitûn)

 Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê  

Hemû Abîde Kîtabe
Bê jimar û bê hesabe
Xizneya dîroka Kurdan
Dixemiland Birc û Kabe

Dayika tarîxa  kevnar
Xwedî şaristanî bacar
Dostê dost dijminê dijmin
Li qadê hertim cengewar

 Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê          

Em in ew Med û Mecûsî  (Mecûsî, yanî bi erebî Med, Medî)
Xwedîyên zêr Tac û Kursî
Bixwîn Zenefon û Herodot!
Da ku dîrokê binasî  

Ez im bacarê Ekbatan      (Paytexta Medan; nû Hemedan ya li Rojhilatê Kurdistan).
Ew ciyê yekbûna Medan
Xortên Medya û Key Xusre
Hafîza dîroka cîhan

 Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê          

Em in Bûser Paratekan   (Bûser,Paratekaner,Sitrûkater,Arîsanter,Bûdîer û Mager, ev bûn 6 êlên Medan).
Sitrûkat Bûdî Arîsan
Mac bûn yên ku rê nîşandan
(Mager, bi zimanê biyanî; pirhejmara Mac e, c jî biye g, yanî Kurmanc)
Ev bûn her şeş êlên Medan

Bixwîn Sîlîndirê Kurroj (Nivîsa mîxî li ser gundorekî kevirî,diroka Meda û Persa).
Bibîne ferqa kevne roj
Însanîyet şaristanî
Cîhan lê heyirî îroj

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê

Ez im ew Nemrûdê nemir
Da dinê ziman û kultir
Li ser kemilî Ewrûpa  (Pêşî Ewrûpa û paşê jî Emerîka)
Xwedîyên eslî jibir kir

Karder bû alimê Medî
Mahirê dînê Zerdeştî
Xemilande Nexşê Receb   (Li Rojhilatê Kurdistan nêzî Nexşê Rostem)
Şahpûr rabû bi saya wî

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê

Di ser re çûn dem û dewran
Dîs qewimîn cengên giran
Dihatin Dehakên zeman
Herweha bêbextên Tûran           

Hov û nemerd bûn bêîman
Jêdikirin serê jinan
Ne însan bûn lê rengmirov
Qetil xûn bû dîroka wan

 Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê



Gule dihat wek birûskan
Dinge vinga tanq û hawan
Bombên firok û teyaran
Bûn babîsok li asîman

Keç û xort nav di xwe didan
Deng diçû erş û asîman
Îro roja namûsê ye
Yan Kobanê yan jî neman

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê



Çar alî serî hildida
Cengê li cîhan deng veda
Jina şer dikir wek mêra
Alemê silav lê dida

Em in ew gelê Feleknas
Şikandin çembera pêxwas
Hildan gurz Rostemên zeman
Wey li wî rih bike xelas


         
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê            

Dînejin û dînemêr bûn
Wek deh hezarên nemir bûn  
(Di artêşa Medan de, yekîneyek bi navê deh hezarên nemir hebû).
Hawirdor agir dibarî
Dil ji pola wekî şêr bûn
 
Cenga li dijî nemerdan
Yekîtîyek tanî meydan
Navê zêrîn tu yî Koban
Dibû mîlad jibo merdan  

Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê 

        
KEY XUSRE  Cotmeh 2014  


 
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar