KANÎYA KURDA KOBANÊ
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê (Gulcîhan = Kurdistan)
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê (Gulcîhan = Kurdistan)
Cengek qewimî li Koban
Talanker ji hemû cîhan
Serkêşê wan Ereb Tûran
Çember kirin ji bo talan
Talanker ji hemû cîhan
Serkêşê wan Ereb Tûran
Çember kirin ji bo talan
Ew bû wek cenga cîhanî (Fîrdewsî; Cenga
Medan ya li dijî Asûr wek Cenga cîhanî binav dike).
Rizgarî bi xwe re tanî
Rojeke nû û cîhanî
Evîna dinya Kobanî
Rizgarî bi xwe re tanî
Rojeke nû û cîhanî
Evîna dinya Kobanî
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Çi dibê Wagner ji bo we: (Nivîskarê
BILD, Franz Josef Wagner)
Dinya mat ma li cenga we
Dij serjêkerên bi alê reş
Bê ey egîdno hûn kî ne?
Dinya mat ma li cenga we
Dij serjêkerên bi alê reş
Bê ey egîdno hûn kî ne?
Nexwendî qey Nîçe, çira? (Friedrich Nietzsche)
Also Sprach Zarathustra!
Ew Gotarên Zerdeştê Kal
Ango pêxemberê Kurda
Also Sprach Zarathustra!
Ew Gotarên Zerdeştê Kal
Ango pêxemberê Kurda
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Gelê Kûr û Sumerî ne (Belkî,
´perhaps` Sê mêr,sê keyayên pîroz; bûye Sumer)
Torinê Horî Medî ne
Xwdîyê dîroka kavnar
Xweş Kanî û Mîtanî ne
Torinê Horî Medî ne
Xwdîyê dîroka kavnar
Xweş Kanî û Mîtanî ne
Çêkirin Hezar Efsane
Parve kirin li cîhane
Binêrin li muzexane
Ew bi delîlan tijî ne
Parve kirin li cîhane
Binêrin li muzexane
Ew bi delîlan tijî ne
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Li Nexşên Rostem mêzekin (Li rojhilatê Kudistan)
Tev Kîtabeyên Kilik in
Bi heybet Kabeya Zerdeşt (Kabe´ya Zerdeştê kal, li Nexşê Rostem)
Jî hezarên sal disekin
Tev Kîtabeyên Kilik in
Bi heybet Kabeya Zerdeşt (Kabe´ya Zerdeştê kal, li Nexşê Rostem)
Jî hezarên sal disekin
Bacarê pîroz Baxistan (Bêsitun, Rojhilatê Kurdistan)
Ango wargeha Xwedayan (Baxistan; wek bacarê Xwedawendan jî tê binav kirin)
Qublegehe Faravahar (FARAVAHAR, yanî dîtina vîzuel a Ahûra Mazda, ya li Bacarê Pîroz ).
Li jêr aqîda sê ziman (Kîtabeyên bi sê zimanan, yên berî 2500î, yên li Qeyayê Bêsitûn)
Ango wargeha Xwedayan (Baxistan; wek bacarê Xwedawendan jî tê binav kirin)
Qublegehe Faravahar (FARAVAHAR, yanî dîtina vîzuel a Ahûra Mazda, ya li Bacarê Pîroz ).
Li jêr aqîda sê ziman (Kîtabeyên bi sê zimanan, yên berî 2500î, yên li Qeyayê Bêsitûn)
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Hemû Abîde Kîtabe
Bê jimar û bê hesabe
Xizneya dîroka Kurdan
Dixemiland Birc û Kabe
Bê jimar û bê hesabe
Xizneya dîroka Kurdan
Dixemiland Birc û Kabe
Dayika tarîxa kevnar
Xwedî şaristanî bacar
Dostê dost dijminê dijmin
Li qadê hertim cengewar
Xwedî şaristanî bacar
Dostê dost dijminê dijmin
Li qadê hertim cengewar
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Em in ew Med û Mecûsî (Mecûsî, yanî bi erebî Med, Medî)
Xwedîyên zêr Tac û Kursî
Bixwîn Zenefon û Herodot!
Da ku dîrokê binasî
Xwedîyên zêr Tac û Kursî
Bixwîn Zenefon û Herodot!
Da ku dîrokê binasî
Ez im bacarê Ekbatan (Paytexta
Medan; nû Hemedan ya li Rojhilatê Kurdistan).
Ew ciyê yekbûna Medan
Xortên Medya û Key Xusre
Hafîza dîroka cîhan
Ew ciyê yekbûna Medan
Xortên Medya û Key Xusre
Hafîza dîroka cîhan
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Em in Bûser Paratekan (Bûser,Paratekaner,Sitrûkater,Arîsanter,Bûdîer û Mager, ev
bûn 6 êlên Medan).
Sitrûkat Bûdî Arîsan
Mac bûn yên ku rê nîşandan (Mager, bi zimanê biyanî; pirhejmara Mac e, c jî biye g, yanî Kurmanc)
Ev bûn her şeş êlên Medan
Sitrûkat Bûdî Arîsan
Mac bûn yên ku rê nîşandan (Mager, bi zimanê biyanî; pirhejmara Mac e, c jî biye g, yanî Kurmanc)
Ev bûn her şeş êlên Medan
Bixwîn Sîlîndirê Kurroj (Nivîsa mîxî li ser gundorekî kevirî,diroka
Meda û Persa).
Bibîne ferqa kevne roj
Însanîyet şaristanî
Cîhan lê heyirî îroj
Bibîne ferqa kevne roj
Însanîyet şaristanî
Cîhan lê heyirî îroj
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Ez im ew Nemrûdê nemir
Da dinê ziman û kultir
Li ser kemilî Ewrûpa (Pêşî Ewrûpa û paşê jî Emerîka)
Xwedîyên eslî jibir kir
Da dinê ziman û kultir
Li ser kemilî Ewrûpa (Pêşî Ewrûpa û paşê jî Emerîka)
Xwedîyên eslî jibir kir
Karder bû alimê Medî
Mahirê dînê Zerdeştî
Xemilande Nexşê Receb (Li Rojhilatê Kurdistan nêzî Nexşê Rostem)
Şahpûr rabû bi saya wî
Mahirê dînê Zerdeştî
Xemilande Nexşê Receb (Li Rojhilatê Kurdistan nêzî Nexşê Rostem)
Şahpûr rabû bi saya wî
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Di ser re çûn dem û dewran
Dîs qewimîn cengên giran
Dihatin Dehakên zeman
Herweha bêbextên Tûran
Dîs qewimîn cengên giran
Dihatin Dehakên zeman
Herweha bêbextên Tûran
Hov û nemerd bûn bêîman
Jêdikirin serê jinan
Ne însan bûn lê rengmirov
Qetil xûn bû dîroka wan
Jêdikirin serê jinan
Ne însan bûn lê rengmirov
Qetil xûn bû dîroka wan
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Gule dihat wek birûskan
Dinge vinga tanq û hawan
Bombên firok û teyaran
Bûn babîsok li asîman
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Gule dihat wek birûskan
Dinge vinga tanq û hawan
Bombên firok û teyaran
Bûn babîsok li asîman
Deng diçû erş û asîman
Îro roja namûsê ye
Yan Kobanê yan jî neman
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Çar alî serî hildida
Cengê li cîhan deng veda
Jina şer dikir wek mêra
Alemê silav lê dida
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Çar alî serî hildida
Cengê li cîhan deng veda
Jina şer dikir wek mêra
Alemê silav lê dida
Şikandin çembera pêxwas
Hildan gurz Rostemên zeman
Wey li wî rih bike xelas
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Dînejin û dînemêr bûn
Wek deh hezarên nemir bûn (Di artêşa Medan de, yekîneyek bi navê deh hezarên nemir hebû).
Hawirdor agir dibarî
Dil ji pola wekî şêr bûn
Cenga li dijî nemerdan
Yekîtîyek tanî meydan
Navê zêrîn tu yî Koban
Dibû mîlad jibo merdan
Wek deh hezarên nemir bûn (Di artêşa Medan de, yekîneyek bi navê deh hezarên nemir hebû).
Hawirdor agir dibarî
Dil ji pola wekî şêr bûn
Cenga li dijî nemerdan
Yekîtîyek tanî meydan
Navê zêrîn tu yî Koban
Dibû mîlad jibo merdan
Kanîya Kurda Kobanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
Nav belabû li Cîhanê
We da berxwedana pîroz
Jîn rûmet bo Gulcîhanê
